Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamanterê Venezuelî Dibêje ku Maduro Sala Borî 73 Ton Zêr Firotine Tirkîyê û Îmaretê


Parlamanterê rikeber yê Venezuelî Carlos Paparoni îro Çarşemê got ku hikûmeta serok Nicolas Maduro di nav sala borî de 73 ton zêr firotine Tirkîyê û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî.

Paparoni îdia kir ku hikûmeta Maduro, ew firotin bê ku qanûn û rêbazan pêk anîye.

“Rêvebirîya Maduro ji roja Duşemê vir ve, nikare diravên xwe yên di hesabên bankayên Ewrupî de bilivîne, loma jî di alîyê aborî de ketiye rewşeke xirab.”

Ajansa Reutersê ragihand ku Wezareta Pêzanînê ya Venezuelî pirsa wê ya hember îdiayên Paparoni bê bersîv hişt.

XS
SM
MD
LG