Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Venezula Îdiayên Neteweyên Yekbûyî Red Dike


Cîgirê Wezîrê Derve yê Venezuela William Castillo li Konseya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Amerîka rexne kir.

Castillo rexneyên Komîsera Bilind ya Mafên Mirovan ya NY'ê Michelle Bachelet, ku ser Venezuela raporek hazir kiribû, red kir.

Bachelet di rapora xwe de dabû zanîn ku li Venezuela mafên mirovan bi awayekî giran tê binpê kirin û bang li rêvebirîya Maduro kiribû ku binpêkirinan demûdest bi dawî bike.

Castillo di axaftina xwe de dîyar kir ku Amerîka bi toleyên dijî Venezuela rê li ber qezencên petrolê yên wî welatî bigire û nehêle ku ew derman û xwarinê bistînin.

"Venezuelayî nikarin deynên xwe bidin. Tankerên neftê û kompanî têne ceza kirin." Castillo got.

Wî îdîa kir ku rapora NY'ê rastîyê raber nake û ji karbidestan xwest ku raporê rast bikin.

XS
SM
MD
LG