Lînkên eksesibilîtî

17 Welatên Amerîkî Serokê Venezuela Şermezar Kir


Serokê Venezuela Nicolas Maduro

17 welatên Amerîkî yên ku di nav de Kanada, Meksîka, Brezîlya û Arjantîn hene, Serokê Venezuela Nicolas Maduro bi zimanekî tund rexne kir.

Nûnerên 17 welatan, li Lîma ya payxtayta Perû bi awayekî demûdest kom bûn.

Nûnerên welatên Amerîkî bi daxuyanîyekê dîyar kir ku li Venezuela pergala demokratîk hilweşîyaye.

Di daxuyanîya hevpar de, nûneran da zanîn ku meclîsa damêzrêner yê Venuzela ne rêwa ye û bang li hikûmetê kir ku bi bi awayekî aştîyane kêşeya siyasî çareser bike.

Wezîrê Derve yê Peru Ricardo Luna jî rêvebirîya Venezuela wek dîktatorî bi nav kir.

Li Venezuela, çar meh in li dijî Maduro protesto li dar dikevin. Di proestoyan de heta niha, bi kêmî ve 120 kesan jîyana xwe ji dest dan.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG