Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Çarşemê di merasîma "Roja Serbazên Dêrîn" hêzên dêrîn yên welêt wek “ronahîyên rêya me û qehremanên me yên herî mezin" binav kir.
Trump di merasîma li Goristana Neteweyî ya Arlingtonê, li derveyî Washingtonê, çelenga rêzdarîyê danî û piştre gotarek pêşkeş kir.
Wî dîyar kir ku ev roj rûmetdayîna 250 salên xizmet, wêrekî û fedakarîyê ye.
“Ji bo her yek leşkerekî dêrînê li wir, li Arlington û li seranserê welêt, em îro rêzdarîya herî bilind û herwiha rûmet û hezkirina xwe ya herî kûr pêşkêşî we dikin. Em soz didin ku emê bi dilsozîya herî mezin girêdayê we bihêlin," Trump got.
Serokê Amerîkayê herwiha behsa 18 leşkerên Amerîkî kir ku îsal di şerê Îranê de hatin kuştin. Herwiha wî ji bo leşkerên ku niha xizmetê dikin da ku Îran ti carî nebe xwedî çekên navokî, sîpasîya xwe anî ziman.
“Me 18 canên hêja ji dest dan, lê dema ku ev pevçûn bidawî bibe, wê tevahîya cîhanê ewletir bibe,” wî got.
Roja Serbazên Dêrîn di destpêkê de bi navê Roja Agirbestê dihat binavkirin û dawîbûna şerê Cîhanê yê Yekê di 1919’an de destnîşan dikir.
D 1954’an de, Serokê wê demê Dwight Eisenhower qanûnek îmze kir û navê vê rojê wek Roja Veteranan gûhert, da ku bi awayekî berfirehtir rezgirtina hemû kesên ku di hêzên çekdar ên Amerîka de xizmet kirine, pêk were.
Di daxuyanîyeke têkildar de, Eisenhower wiha gotibû:
"Di vê rojê de, werin em bi rêzdarî fedakarîyên hemû kesên ku bi wêrekîyeke mezin şer kirine -çi li deryayan, çi li esman, çi jî li beravên welatên biyanî- da ku mîrateya me ya azadiyê biparêzin- bi bîr bînin; û, em careke din xwe ji bo avakirina aştiyeke mayînde feda bikin, da ku ked û hewlên wan vala neçin."