Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Veysî Altay: Divê Behremendîya Kurdî ji Hişmendîya Dagirkeran Rizgar Bibe


Deng û Reng-Veysi Altay
Deng û Reng-Veysi Altay

Veysî Altay yek ji wan hunermend û derhênerên Kurda ye, ku bi bîr û bawerî hunera xwe di terxîne bo çîrokên mirovahî û yên wendayî di nav nav civata Kurdî de.

Altay, di sala 1975'an de li Agirîyê ji dayik bûye, zêdetir ji 25 salan ve mijûlî xebatên wênegirî û sînema ye. Bi salan weke rêvebirê Rêxistina Efûyê ya Navnetewî û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li Tirkîyê xebitî ye û herwiha jî di şerê li dijî DAIŞ'ê de li Serêkanîyê (2013) û Kobanê (2014) de weke peymanêrê nûçeyan xebitîbû.

Xebata xwe ya çapemenî û derhênerîyê bi wergera Tirkî-Kurdî re dike yek.

Wî pirtûkeke bi çîrok û wêne belav kiribû ku navê wê Em Ên Wenda ye. Di wê pirtûkê de 100 wêne û 100 çîrokên mirovên ji alîyê dewletê ve hatine hindakirin hebûn.

Altay li ser mijarên mîna mayin, neteweperestî, karkerên demsalî û windakirinên sîyasî lêkolînên arşîvî xebat kiriye.

Ew herwiha ew derhênerê çend fîlmên belgeyî ye:

- Faîlî Dewlet (Dewlet Sûcdar e), çîroka kesên ku di navbera salên 1990-1995an de li herêma Cizîrê ji alîyê dewleta Tirk ve hatine kuştin dibêje.

- Jîyanên Bêdeng, li ser qurbanîyên mayinên dewleta Tirk ên ku li herêmên Kurdan çandine.

- Berxwedana 33 Salan-Dayika Berfo, li dû lêgerîna dayika Berfo ya 105 salî ya ku ji bo rastîya kurê xwe yê ku piştî darbeya leşkerî ya 12'ê Îlona 1980'an di binçavan de hinda bûbû.

- Nûjîn (Jîyana Nû), li ser berxwedana keç û xortên Kurd li Kobanê ya di şerê li dijî DAIş di sala 2014'an de.

- Bîr belgefîlmek e ku bi kûrahî li dosyaya heft kesên ku 4 jê zarok in ku di sala 1995'an de ji bajarê Kerboranê [Dargeçît] hatin windakirin.

Hêjayî gotinê ye ku Altay jiber xebatên xwe yên hunerî rastî astengî û lêpirsîna polîs û hikûmeta Tirkîyê bûye û herwiha dijî wî doz jî hatiye vekirin.

Deng û Reng- Veysî Altay-Mon-11-14-2022-LA.wav
please wait

No media source currently available

0:00 0:30:00 0:00

XS
SM
MD
LG