Hikûmeta Vîetnamê îro Şemîyê ragihand ku du karînerên naskirî yên Facebookê jiber ku azadîyên demokratîk jibo xirabîyê kar anîne hatine girtin.
Ev girtin li vê demê rast tên ku Vîetnam ya bi rejîma komunîst guherîneke mezin ya rêberîyê dike.
Li gor daxuyanîya hikûmetê, Troung Huy San yê 62 salî, ku berê rojnamevan bûye û Tran Dinh Trien yê 65 salî, ku parêzer e, jiber ku azadîyên demokratîk jibo xirabîyê bi kar anîne û berjewendîyên dewletê binpê kirine hatine girtin.
Partîya Komunîst ya li deshilata Vîetnamê ye sansura tund ya ser medyayê didomîne û rê nade rexneyan.
Di daxuyanîyê de hat gotin ku San û Trien li ser Facebookê nivîsên ku berjewendîyên dewlet, sazî û şexsan binpê dikin weşandine, lê zêdetir hûrgilî nehat dayîn.
Ajansa nûçeyan ya Reutersê dîyar dike ku wê derfet nedîye ku ew bi parêzeran ser vê mijarê biaxife.
San û Trien li ser Facebookê piranî rêvebirî û karbidestên ewlekarîyê rexne dikirin.
Bi sed hezaran kes ew dişopandin ku hesabên wan bi qasî hefteyeke berê ji platformê hinda bûn û hat gotin ku ew hatine girtin.
Ragihandina girtina wan li du hefteyan piştî hilbijartina serokê nû û serokê nû yê parlamanê tê.
Parlamana Neteweyî roja Pêncşemê jî wezîrê nû yê polîsan pejirandibû.
Hikûmetê îro Şemîyê got ku Polîsan li malên San û Trien lêgerîn kirine û lêpirsîn didome.
Jêder: Reuters