Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cigîra Serok Kamala Harris Serdana Vîetnamê Dike


U.S. VP Harris visits Vietnam
U.S. VP Harris visits Vietnam

Cigîra Serok Kamala Harris, di çarçoveya serdana xwe ya li Asyaye de, îro Çarşemê li paytexta Vietnamê, Hanoi ye.

Kamala Harris berîya civîna li gel Serokê Vietnamê Nguyen Xuan Phuc, daxuyaniyek da û got:

“ Divê em rêyekê bibînin ku zorê bidin li ser Çînê da ku Beijing, Peymana Neteweyên Yekbuyî ya Deryayê bi cîh bîne. Wê peymanê, rê û rêbazên hemû çalakîyên deryayî yen cîhanî ava kiriye. Divê em her wiha, li hemberî zordarî û iddîayên Çînê li deryayê de bisekinin."

Roja Duşemê, Cîgira Serok li Singaporê jî heman daxuyanî da û got Çin bi zordarîyê îddia dike ku piranîya Derya ya Başurê Çînê a Çinê ye.

Cîra Serokê Amerîka Kamala Harris, Sêşemê ji Singaporê ber bi Vietnamê birê ketbû, jibo serdana xwe ya 7 rojî li başûrê rojhilatê parzemîna Asya.

Harris bo cara yekê bi eşkerayî rexna Çînê kir û ew bi karê tirsandin û ne rewatiya li herêma ava derya Çînê ya başûr tawanbar kir. Wê got ew herêm jibo ewlekariya Amerîka gelek giringe.

Armanca Harris ya serdana Singaporê û Vietnamê berhingariya baladestiya Çînê ya ewlkarî û aborî ye.

Rêveberiya Amerîka hevrikiya bi Çînê re weke "Ezmûna herî mezin ya Ceopolîtîke" ya vê sedsalê ye.

Amerîka vê dawiyê giringî dide serdanên başûrê rojhilatê Asya û berpirsên di asta bilind de serdana wê herêmê kirine di nav de wezîrê berevaniyê Lloyd Austin.

XS
SM
MD
LG