Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Vîetnam jiber Belavkirina Vîrusa Korona 5 Sal Cezaya Girtîgehê Dide Welatîyekî Xwe


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Vîetnamê jiber binpêkirina rêzikên karantînayê û belavkirina vîrusa korona 5 sal cezaya girtîgehê sitandiye.

Reutersê ji zarê Ajansa Nûçeyan ya Vîetnamê (VNA) ragihand ku Le Van Tri yê 28 salî ji alîyê Dadgeha Gel ya Eyaleta Ca May ya Başûr ve jiber belavkirina nexweşîyên enfeksîyonî hatiye ceza kirin.

Vîetnam bi testên vîrusa korona yên berfireh û sînordarkirinên bo karanatîyê li cîhanê deng dabû lê ji Nîsanê vir ve pêketinên komî yên vîrusê lekeyekê li wê serketinê dixin.

VNA da zanîn welatîyê ceza sitandiye, ji bajarê Ho Chi Mihn vegerîye Ca Mau û rêzikên karantînayê yên 21 rojî binpê kirine.

Li gor ragihandina VNA, wî welatîyî 8 kes bi vîrusa korona xistine û ji wan yekî canê xwe ji dest daye.

Eyaleta Ca Mau ya li başûrê Vîetnamê ji destpêka pandemîya vir ve bi tenê 191 pêketin û 2 mirin ragihandine.

Ew hejmar li gor 260,000 pêketin û 10,685 mirinên li Ho Chin Mihn, ku bûye navenda vîrusa korona, pir hindik e.

Li Vîetnamê heta niha 536,000 kes bi vîrusa korona ketine û 13,385 kes mirine û rewiş roj bi roj xirabtir dibe.

Vîetnamê berê jî du kes jiber sûcdarkirinên bi heman rengî 18 meh û 2 sal ceza dabû du kesan.

XS
SM
MD
LG