Çalakvanên mafên jinan ji 1981an ve, 25ê Mijdarê wek roja tekoşîn û tunekirina dijî tundîya li ser bingeha zayendî bi nav dikin.
Ev roj ji bo rêzgirtina ji xwîşkên Mîrabal, sê çalakvanên siyasî yên Komara Domînîk hat destnîşankirin, ku di 1960an de bi fermana serokê wî welatî, Rafael Trujillo, bi awayekî hovane hatin kuştin.
Tevî ku Neteweyên Yekbûyî (NY) di 1979an de Peymana Tunekirina Hemû Cudakarîyên Dijî Jinan (CEDAW) qebûl kir jî, tundîya dijî jin û keçan li hemû cîhanê wek kêşeyeke mezin û berfireh îro jî berdewam dike.
Li serenserê cîhanê heya niha ji sê welatan tenê du welatan tundîya nav malê qedexe kirine. Hevdem li 37 welatan hîn jî tawankarên tecawizê nayên darizandin, ger ew bi mexdûr re bizewicin û li 49 welatan hê jî qanûnên parastina jinan ji tundîya nav malê tune ne.
Li gor NY tundîya dijî jin û keçan yek ji binpêkirinên mafên mirovan ên herî berbelav û berfireh li cîhanê ye.
NY dibêje ku li seranserî cîhanê, bi texmînî 736 mîlyon jin - hema hema yek ji sêyan - di jiyana xwe de herî kêm carekê rastî tundîya fizîkî û/yan zayendî ya ji hevjîn ya hevalên mêr, yan jî rastî her duyan tên.
Ew dibêje, “Ev kêşe di hawirdorên cihêreng de zêde bûye, di nav de cîhên kar û onlaynî jî û jiber bandorên piştî pandemîya COVID-19, pevçûn û guherîna avûhewa yê.“
Wek mînak, tenê 5% ji alîkarîyên hikûmetan di derbarê piştgirî û çareserîyên tundîya dijî jin û keçan e û kêmtir ji sedî 0.2 bo pêşîgirtina wê tundîyê ye.
Wek her sal, NY îsal jî li serenserî cîhanê bo ji 25ê Mijdarê heya 10ê Berfanbarê bernameyek taybet ya 15 rojî ya çalakîyên cûrbecûr rêve dibe.
Wezareta derve ya Amerîka jî îro bi boneya 25ê Mijdarê daxuyanîyeke weşand û pabendîya Amerîka ya di tekoşîna dijî tundîya ser jinê ragihand.
“Di Roja Navneteweyî ya Tunekirina Tundîya Dijî Jinê de, Amerîka pabend dike ku hemî sîyaset û çavkanîyên xwe yên dîplomatîk jibo pêşîgirtin û bersîvdayîna tundîya ser bingeha zayendî li çaralîyê cîhanê bi kar bîne,“ wezaretê got.
Wezaretê da zanîn ku Amerîka di asta cîhanî de bo piştgirîya pêşketinên pêşîgirtin û bersîvdayîna tundîya zayendî stratejiya nûvekirî ya 2022an bi kar tîne.
Herwiha bi 250 mîlyon dolar alîkarîya biyanî ya ku Kongresê bo 2023an piştrast kirîye, pêşengî û alîkarîya çalakîyên berbiçav yên li serenserî cîhanê dike.
Wezaretê dîyar kir ku wê bernameyeke nû ya bi 3 mîlyon dolarî daye destpêkirin da ku pêşî li tundîya zayendî ya ser bingeha teknolojîyê li Asya Başûr û Navîn bigire.
Jêder: Neteweyên Yekbûyî, Wezareta Derve ya Amerîka