Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gelo Bandora Encamên Hilbijartinên Virginia li Ser Asta Amerîkayê Çi Ye?


Glenn Youngkin piştî ragihandina encamên hilbijartinên Virginia.
Glenn Youngkin piştî ragihandina encamên hilbijartinên Virginia.

Serketina karsazê Komarî Glenn Youngkin di hilbijartinên eyaleta Virginia ya Amerîkî de bo posta fermandar bi berfirehî ji alîyê şîrovekaran ve wekî nîşanekê jibo hilbijartinên sala pêş yên Kongresê tê dîtin.

Piştî ragihandina serkeftina wî, Youngkin roja Çarşemê ji piştevanên xwe re got ku, “bi hev re emê rêka vê wîleyatê biguherin.”

Youngkin 50.7% ji rêjeya dengdanê anî, li hember 48.6% dengên ku fermandarê berê yê Demokrat Terry McAuliffe bidest xist.

Ji bilî posta fermandar, Komarîyan herwiha postên din di nav hilbijartinên roja Sêşemê de bidest xistin, wekî posta wezîrê dadê yê wîleyatê û posta cîgirê fermandarê wîleyatê.

Komarî herwiha pir nêzîk bûn ku piranîya dengan jibo Civata Nûnerên wîleyatê jî bîne, ku niha di destên Demokratan de ye.

Serok Biden
Serok Biden

Rola Biden Çi Ye?

Ev hilbijartin bi giştî wekî nîşanekê hatin dîtin hember helwesta hemwelatîyên Amerîkî ji serokatîya Serokê Demokrat Joe Biden û partîya wî re.Di hilbijartinên serokatîyê yên Mijdara borî de, Biden bi rêjeya 10 xalan hember Donald Trump yê Komarî biser ketibû.

Hinek şîrovekar dibêjin, daketina asta razîbûna Amerîkîyan ji Serok Biden dibe ku bandor li kempeyna McAuliffe li Virginia kiribe.

Kyle Kondik û J. Miles Coleman îro Çarşemê nivîsek jibo Navenda Sîyasetê li Zanîngeha Virginia belav kir, tê de dibêjin ku “ji Tebaxê ve, rewşa Biden li ser asta Amerîkayê lawaz bûye. Ev daketin, ligel givaştinên din ku partîya serok hergav di sala yekê de piştî hilbijartinan rû bi rû dibe, bûne alîkar di serkeftina Youngkin de.”

Nîşanên Hişyarîyê bo Demokratan

Encamên hilbijartinên Virginia nîşana hişyarî jibo Demokratan li Washingtonê ye. Gelek cudahîyên Demokratan hene ku bûne sedem heta niha ajendeya navxweyî ya Biden ji alîyê Kongresê ve nehatîye erê kirin, tevî ku herdu civatên Kongresê li jêr kontrola Demokratan in.

Metirsî heye ku Demokrat di hilbijartinên Kongresê yên sala bê kontrola herdu Civatên Nûner û Senatoyê ji dest bidin.

Phil Murphy (rast) û Jack Ciattarelli (çep).
Phil Murphy (rast) û Jack Ciattarelli (çep).

Di nîşaneke din ya hişyarîyê de, Phil Murphy, fermandarê Demokrat yê wîleyata New Jersey, ligel hevrikê xwe yê Komarî Jack Ciattarelli ket nav pêşbirkeke germ ku encama wê dê bi rêjeyeke nêzîk ya dengan derkeve. Berî hilbijartinên Sêşemê, dihate çaverê kirin ku Murphy bi hêsanî biserkeve.

Rêyek jibo Komarîyan

Hilbijartinên Virginia xuya dikin ku rêyek kêrhatî jibo Komarîyan heye, ewên ku têkolînê dikin ku ji bin sîya Trump derkevin. Turmp, tevî ku rêjeya perijandina wê li ser asta gelêrî kêm e, hîn jî jibo bingeha partîya Komarî xwedî desthilateke mezin e.

Serokê berê Donald Trump
Serokê berê Donald Trump

Tevî ku Youngkin piştgirîya Trump qebûl kiribû, wî ligel serokê berê kempeyn nekir û kêm jî navê wî di gotarên xwe de bi kar tanî. Li alîyê din, McAuliffe di her derfetekê de Youngkin wekî piştevanekî Trump binav dikir.

Lê di hilbijartinên Virginia de performansa Youngkin ji ya Trump berî salekê li vê wîleyatê bi gelekî baştir bû. Wekî mînak, Youngkin devera Fairfax 35% ji rêjeya dengan bidest xist, lê Trump tenê 28% ji dengên vê deverê li hilbijartinên sala borî bidest xistibû. Li devera Loudoun jî, Youngkin 44.5% ji dengan bidest xist, hember 36.5% bo Trump sala borî.

Virginia Wekî Ders

Partîya Komarî dê bê guman dersê ji encamên hilbijartinên Virginia bigire, li gor Jennifer N. Victor, profesora siyasetê li Zanîngeha George Mason li Virginia.

“Dersa yekê ew e ku Komarî dikarin bêyî Trump di hilbijartinê de biser kevin. Komarî dikarin hinek hizrên Trump, û belkî taktîkên Trump jî, bi kar bînin jibo serkeftinê, lê ew nêzîkbûna pir zêde ber bi Trump ve ne pêwîst e da ku hinek sûd werin bidest xistin,” Victor got.

Wî herwiha pêşbîn kir ku berbijarên Komarî sûdê ji kempeyna Youngkin di hilbijartinên sala bê de bikin.

“Di sala 2022’an de, dê Demokrat rastî zehmetîyeke bingehên werin. Partîya serok piranîya caran di hilbijartinên nîv-dem de kursîyan ji dest dide. Lewra jî, eger Komarî şêwaza Youngkin di 2022’an de bi kar bînin, ewê ew yek baş jibo wan kar bike,” Victor da zanîn.

XS
SM
MD
LG