Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bergumanê Gullebarana Wîlayeta Virginia Tê Naskirin


Serokê polîs James Cervera
Serokê polîs James Cervera

Bergumanê gullebaran roja Înê li avahiya şaredariyeka wîlayeta Viginia ku di encamê de 12 kes hatibûn kuştin, hate naskirin bi navê Dwayne Craddock, ku demeke dirêj karmendê xizmetguzariyên giştî bû.

Serokê polîs James Cervera di konferanseke rojnamevanî de îro Şemiyê got ku çekdar gelekî tore bû û ji aliyê polîs ve hate kuştin.

Cervera got hîn diyar nebûye çima wî ev êrîş pêk anî.

Desthilatdaran di konferansa rojnamevanî de bal kişand ser qurbaniyan, ew hemî bi nav kirin, wêneyên wan nîşan dan û hin agahî li dor jiyana wan belav kirin.

Rêvebirê bajêr Dave Hansen got yek ji nqurbaniyan peymankar bû û yên din hemî karmendên qeraxa deryayê bûn.

Cervera roja înê got kesê êrîşker derbasî nava avahiya şaredariyê bû û bê ciyawazî qurbanî gullebaran kirin.


XS
SM
MD
LG