Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest Û Helwest: Bandora Vîrusa Korona ya Ser Civakê û Mirovan


Abdulbaqî Mayî
Abdulbaqî Mayî

Piştî derketina destpêkê ya vîrusa korona li dawiya sala 2019'an û belavbûna wê li cîhanê, banodereke xirab li ser tevahiya cîhanê kirîye.

Bingeha serke ya belavbûna vîrusa korona ku bi COVID-19 jî tê naskirin, bajarê Wuhan yê Çînê bûye, piştî du-sê mehan ew virus hema hema li hemû cîhanê belav bûye.

Zêdebarî mirina zêdetir ji 7,000 kesan û pêketina nêzî 200,000 kesan ziyanên madî yên mezin bi şerîket, dewlet û kompaniyan ketîye, rewşek ekonomîya xirab peyda kiriye.

Ji sedema mirina gelek bi lezgînî belvabûna wê vîrusê, bandoreke xerab li ser derûn û saykolojîya civak û kesan hiştîye.

Jibo ronahî xistina ser rolê belavbûna vîrusa korona li ser saykolojî û derûna mirovan, bernama Hest û Helwest mêvandarîya pisporê saxlemiya derûnî ya genc û zarokan Dr. Abdulbaqî Mayî kir.

Mayî da zanîn ku, xerabûna rewşa derûnî ya mirovan ji tirsê tê, ew tirs we dike ku piskolojîya mirovan bi taybet ya gencan têk here û paşan bandorê li ser saxlemiya wan bike.

"Rast e gelek aliyên negatîv yên belavbûna vîrusa korona hene, lê dîsa aliyê wê ya baş jî ew e ku malbat dikarin li malê bi hevre rûnin û bi taybetî genc rolê xwe bibînin û rêyên baş û planên dagirtî bêxin rojevê. Dayik û bab dikarin ligel zarokên xwe rûnin û biaxivin, yên ku berî vê bûyerê nikarbîn ji ber jiyana rojane û nebûna demê hevdu bibînin û derdên hevdu bizanin."

Hest û Helwest 17 03 2020
please wait

No media source currently available

0:00 0:26:27 0:00
Direct link


XS
SM
MD
LG