Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Vîrusa Korona li Seranserê Cîhanê Pirtir ji 200,000 Kes Kuştine


Hejmara kesên jiber vîrusa korona jîyanên xwe ji dest dane 200,000 derbaz kir.

Li gor agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê vîrusa korona li seranserê cîhanê 203,055 kes kuştine.

Jiber wê vîrusê herî zêde li Amerîka mirin çêbûne ku li wî welatî ew hejmar 53,934 e.

Li dû Amerîka, bi 26,384 mirîyan Îtalya, bi 22,902 mirîyan Îspanya û bi 22648 mirîyan Fransa tê.

Vîrusa korona di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Li Çînê heta niha 4636 kesan jiber vîrusa korona jîyanên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG