Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WHO: Şewba Vîrusa Korona Hîn Nehatiye Kontrol Kirin


Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) dîyar kir ku şewba vîrusa korona hîn nehatiye kontrol kirin û leza wê ya belavbûnê zêdetir bûye.

Serokê WHO Tedros Adhanom Ghebreyesu da zanîn ku li seranserê cîhanê bi qasî 12 mîlyon pêketinên vîrusa korona çêbûne û got ku nîvê wan di 6 hefteyên dawî de hatine tespît kirin.

Ghebreyesus got ku şewba vîrusa korona cudatîyên di navbera çînan de xuyatir kirine û bang li karbidestên dewletan kir ku dijî wê vîrusê tedbîran ragihînin.

Di rojên dawî de rêjeya pêketinên nû yên vîrusa korona li Ewrupa dadikeve û li Amerîka û Afrîqa bilind dibe.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê pirtir ji 12,1 kes bi vîrusa korona ketine û 551,521 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG