Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Vîrusa Korona Heta Niha Pirtir ji 270,000 Kes Kuştine


Hejmara kesên jiber vîrusa korona jîyanên xwe ji dest dane 270,000 derbaz kir.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 273,034 kesan jiber vîrusa korona jîyanên xwe ji dest dane.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî 76,706 bi wê vîrusê mirine.

Li dû Amerîka, bi 31,315 mirinan jiber vîrusa korona Brîtanya, li dû wê jî bi 30,201 mirinan Îtalya tê.

Ew vîrus di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Li Çînê heta niha 4,637 kesan bi vîrusa korona jîyanên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG