Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Vîrusa Korona Pirtir ji 420,000 Kes Kuştine


Hejmara kesên jiber vîrusa korona jîyanên xwe ji dest dane 420,000 derbaz kir.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 420,131 kes bi vîrusa korona jîyanên xwe ji dest dane.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî 113,700 kes bi wê mirine.

Li dû Amerîka, bi 41,364 mirinên ji vîrusa korona Brîtanya, li dû wê jî bi 40,919 mirinan Brezîlya tê.

Ew vîrus di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û wir derbazî dewletên din bûbû.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku vîrusa korona li Çînê 4,638 kes kuştne.

XS
SM
MD
LG