Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Vîrusa Korona Heta Niha Pirtir ji 600,000 Kes Kuştine


Hejmara kesên jiber vîrusa korona jîyanên xwe ji dest dane 600,000 derbaz kir.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 606,195 kes bi vîrusa korona mirine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî 140,534 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

Li dû Amerîka, bi 79,488 mirinan Brezîlya, li dû wê jî bi 45,385 mirinan Brîtanya tê.

Hîndistan her çiqas bi hêjmara pêketîyên vîrusa korona li cîhanê di rêza sêyan de ye jî li wî welatî hejmara mirinên ji vîrusê 27,497 e.

Ew vîrus di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin li Çînê heta niha 4,644 kes bi vîrusa korona mirine.

XS
SM
MD
LG