Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Vîrusa Korona Heta Niha Pirtir ji 750,000 Kes Kuştine


Hejmara kesên jiber vîrusa korona jîyanên xwe ji dest dane 750,000 derbaz kir.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 751,448 kes bi vîrusa korona jîyanên xwe ji dest dane.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî 166,777 kes bi wê mirine.

Li dû Amerîka, bi 104,201 mirinan Brezîlya, li dû wê jî bi 54,666 mirinan Meksîko tê.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li cîhanê pirtir ji 20,7 kes bi vîrusa korona ketine.

Li Amerîka 5,2 mîlyon, li Brezîlya 3,1 mîlyon û li Hîndistanê jî 2,3 mîlyon pêketîyên vîrusa korona hatine tespît kirin.

Ew vîrus di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Li Çînê bi qasî 90,000 kes bi vîrusa korona ketine û 4699 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG