Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nîqaş û Lêkolînên Ser Belavbûna Vîrusa Korona Didomin


Nîqaş û lêkolînên ser destpêk û belavbûna pandemîya vîrusa korona didomin.

Serokê Enstîtuya Neteweyî ya Alerjî û Nexweşîyên Enfeksîyonî Anthony Fauci ji xebatkarên laboratuvara vîrolojîyê ya Wuhanê ya Çînê xwest ew tomarên xwe yên bijîşkîyê biweşînin ku li gor hin nêrînan vîrus ji wê laboratuvarê belav bûye.

Fauci ji Financial Times ya Brîtanî got ku ‘’Ez dixwazim tomarên bijîşkîyê yên 3 xebatkarên di 2019’an de nexweş ketine bibînim. Bi rastî nexweş ketin? Eger wisa be ew çawa nexweş bûn?’’

Ji alîyê din ve sazîyên îstixbarata Amerîkî lêkolînên xwe yên ser destpêka vîrusa korona didomînin.

Li gor hin îdiayan, çend xebatkarên laboratuvarê berî keysa pêşî ya vîrusa korona bi awayekî giran nexweş ketine ku îstixbarata Amerîkî li ser wan îdiayan jî lêkolînan dike.

Karbidestên Çînê wan îdiayan red dikin û dibêjin ku vîrusa korona dibe ku berî Wuhanê li herêmên din hatibe dîtin û dibe ku ji derveyî Çînê hatibe welêt.

Ew karbidest dibêjin dibe ku vîrus di ser bazirganîya heywanên hov yan xwarinan re belav bûye.

Fauci ji Fincancial Times re dîyar kir ku li gor nêrîna wî vîrusa korona di ser xebatkarên laboratuvarê re bûye şewbeke cîhanî.

XS
SM
MD
LG