Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnamevanekî Vîyetnamî jiber Rexneyên Xwe Hate Qewitandin


Jiber rexnekirina Partîya Komunîst, rojnamevanekî Vîyetnamî ku ligel rojnameyeke hikûmetê kar dike, ji karê xwe hate qewitandin.

Nguyen Dac Kien roja Sêşemê ji alîyê rojnameya fermî ya bi navê Malbat û Civak hate qewitandin, tenê 24 demjimêran piştî ku li ser malpera xwe ya taybet derbarê gotareke Sekreterê Giştî yê Partîya Komunîst. Nguyn Phu Trong weşandibû.

Di gotareke roja Duşemê de, rêberê Vîyetnamê gotibû, ewên banga sîstema pir-partîtî û cudakirina desthilatê dikin, civaka Vîyetnamê xirab dikin.

Wekî bersiv, rojnamevan Kien li ser malpera xwe gotibû, mafê rêberê Partîya Komunîst tune ye ku bi vî awayî bi gelê Vîyetnamê baxive. Wî herwiha got, dizî û perexwarin pirsgirêka rastîn ya Vîyetnamê ye.

Piştî ku ji karê xwe hate qewitandin, rojnamevanê Vîyetnamî got ku ewê xebata xwe jibo demokrasîyê bidomîne.

Vîyetnam welatekî tek-partî ye ku ji alîyê Komunîstan ve tê birêve birin.

Hikûmet rexnegirtinê li rêberên welêt qebûl nake û vê dawîyê gelek bizavkar û rikber bi wê sedemê zindan kirîye.
XS
SM
MD
LG