Derfetên Kar:
Beşa Kurdî ya Dengê Amerîka li bajarên Stenbol û Duhokê li peyamhinêrên televîzyonê digere ku xwedî ezmûn bin û karibin gotûbêjan li dar bixin, bi awayekî karîger hevepeyvînan bikin raportên balkêş amade bikin.
Ger kanîn û zanîna amadekirina we hebe, ger hez û afirandin jibo berhemdana raportên balkêş li cem we peyda dibin, wê demê hun dikarin CV’ya xwe ji me re (voanews-jobs@voanews.com) bişînin.
Ezmûn:
· Amadekirina raportên zindî bi awayekî zelal û dirust.
· Amadekirina raportên nûçeyî û fîçer (zindî û tomarkirî).
· Danhev û nivîsîna nûçeyên rast û dirust.
· Ezmûna baş ya nivîsîn û xwendina bi zimanê Kurdî.
· Nivîsîna baş û zelal bi rêya bikaranîna vîdyo û grafîkan.
· Pêşkêşkirina vîdyoyên zindî.
· Afirandina şêweyên hêzdar yên çîrokbêjîyê û nîşandana karîna rojnamevanîya baş.
· Vekolîn, lêkolîn û amadekirina raportên di demeke kurt û bin givaştina cîh û demê.
· Pêşnîyarkirina şopandina mijar û çîrokên balkêş yên xwedî bandor.
· Têgihiştina bikaranîna malper û platformên medyaya civakî (Facebook, YouTube, Instagram).
Divê ev taybetmendî li cem kesên ku dixwazin serlêdanê bikin, hebin:
· Sê sal tecrubeya warê rojnamevanî û ragihandinê.
· Rojnamevanîya vekolînkirinê.
· Ezmûneke baş ya teknolojîya weşana zindî.
· Ezmûneke baş ya kişandina û montajkirina vîdyoyan.
· Nasname/pasaport.
· Ji bilî CV, çend mînakên karên xwe jî bişînin voanews-jobs@voanews.com
Roja Dawî ya Şandina CV'yan: 20/05/2023