Civata Bilind ya Radyo û Televîzyonê ya Tirkîyê (RTUK) roja Çarşemê 3 sazîyên ragihandinê yên navneteweyî hişyar kir ku jibo weşana li ser înternetê destûrê wergirin.
RTUK'ê 72 saet dem dabû Dengê Amerîka (VOA), Deutsche Welle û Euronewsê ku serlêdana wergirtina destûrnameya weşanê bikin da ku weşana wan neyê qedexe kirin.
Rêvebirîya Dengê Amerîka bi daxuyanîyeke nivîskî nerazîbûna xwe ragihand.
Berpirsa Peywendîyên Giştî ya VOA Bridget Serchak got ku ew li ser biryara hikûmeta Tirkîyê mecburkirina wergirtina lîsansê ya bi weşankarên navnetewî agahdar in.
“Ku hikûmeta Tirkîyê malperên înternetê blok bike, VOA wê hemî hewlan bide û hemî rêbazên berdest bixebitîne ku weşana vekirî û bêpere bidomîne.”
Di daxuyanîyê de hate gotin ku VOA bawer dike ku bizavên bêdengkirina hikûmeta Tirkîyê ya dezgehên nûçekarîyê, azadîya ragihandinê binpê dike ku ew jî ew jî yek jî sitûnên bingehîn yên civakên demokratîk e.