Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bergumanê Kuştina Rojnamevana Bulgarî Hate Desteser Kirin


Karbidestên Bulgarî dibêjin ku girêdayî destdirêjîya seksî û kuştina rojnamevan Viktoria Marinova bergumanek hate desteser kirin.

Serdozgerê serekî yê Bulgarî Sotir Tsatsarov da zanîn ku berguman Severin Krasimirov hemwelatîyê Bulgarya ye û ew niha li Almanya desteserkirî ye.

Tsatsarov ji nûçegîhanan re got ku geta niha ew bawer nakin ku kuştina Marinova bi karê wê ve peywendîdar e.

Wî da zanîn ku dijî Krasimirov doza destdirêjîya seksî û kuştinkarîya plankirî hatine vekirin.

Hêjayî balkişandinê ye ku Marinova xebatan li ser îdiayên ser dizîn û perexwarina alîkarîyên diravî yên Yekîtîya Ewrupa ji alîyê sîyasetvanan ve dikir.

Termê Krasimirov roja Şemîyê li parkeke bajarê Ruse ya bakurê Bulgaristanê hatibû dîtin.

XS
SM
MD
LG