Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Volkana Çiyayê Aso li Japonyayê Peqiya


Wêne ji arşîvê ye.
Wêne ji arşîvê ye.

Volkanek li başûrê Japonyayê îro Çarşemê peqiya û di encamê de dûmaneke girseyî li esmanê deverê belav bû.

Ajansa Meterolojiya Japonyayê asta hişyariyê bo çiyayê Aso rakir 3 ji pîvana 5 û hişyarî da rûniştvan û çiyageran ku neçin nêzîkî çiyayî.

Li bajarê Aso û du bajarokên din li herêma Kumanoto metirsî hîn jî heye û ji ber vê yekê hisyarî jibo wan herêman hatîye dayîn.

Karbidestên Japonî hewl didin ku sedema peqîna volkanê bizanin.

XS
SM
MD
LG