Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tîma Voleybol ya Jinên Amerîkî Tîma Îtalî Têk Bir


Lîstikên Olîmpîyatê yên 2021'an, ku di 23'yê Tîrmehê de li Tokyo destpê kiribûn, bi coşeke mezin berdewam dikin.

Tîma voleybol ya jinan ya Amerîka îro di pêşbirkên pêş ya gruba B de, listîka bi tîma Îtalyayê re qazenc kir.

Hevdem, tîma Japonyayê jî listîka bi tîma Komara Domînîk re hinda kir.

Serfirazîya tîma Amerîkî, tevî nebûna sporvana serketî Jordan Thompson û lîstikvaneke din ya birîndar çêbû.

Tîma Amerîkî ku di cîhanê de di rêza yekê de ye, lîstika bi 5 setan, bi 21-25, 25-16 25-27, 25-16, 15-12, bi ferqeke pir hindik qazanc kir û mafê listikên di fînala çaryek de bi dest xist.

Berpirsê tîma Amerîkî Karch Kiraly piştî lîstikê got ku wan wek tîmeke xurt bi hevre têkoşîn dan.

Em ji hevdu pir bawer bûn û me planeke pir baş ya lîstikekê bi cîh anî," Kiraly got.

Tîma Sirbîstanê jî bi encamên 25-18, 25-17, 25-15 zora tîma Koreya Başûr bir û di Koma A de, di rêza diduyan de cîh girt.

Herwiha Brezîlyayê bi encamên 25-10 25-16 25-8 Kenya têk bir û di Komal B de di rêza yekê de cîgh girt.

Di listikên koma B de, tîma Kenyayê ti listik qazanc nekir.

Tîma Çînê di setên yekser yên lezgîn de Arjantîn têk bir, lê her du jî hatin têkbirin.

Komîteya Olîmpîyatê ya Rûsyayê (ROC) lîstika bi Tirkîyê ye hinda kir û di koma B de bû tîma çaran û herwiha Tirkîyê jî bû ya sisêyan.

Lîstêkên fînala çaryekê wê di navbera tîmên wan welatan de di 4'ê Tebaxê de pêk were:

Brezîlya û ROC

Koreya Başûr û Tirkîye

Sirbîstan û Îtalya

Amerîka û Komara Domînîk

XS
SM
MD
LG