Volkana çiyayê ya li girava La Palma ya Îspanyayê roja Duşemiyê careke din dest bi avêtina xwelî û dûkela ya bi agir yan jî lavê kir.
Li gor şahidan ji volkana çîyayê Cumbre Vieja evarê belavbûna lavên zindî destpê kiriye û piştî demjimêrek bê teqîn li herama çîyayan belav bûye û her wiha piştre peqîn çêbûne, ev çîyana cîranên Tenerife li Giravên Kanaryayê li bakurê Afrîka ne.
Miguel Angel Morcuende, berpirsê komîteya bersîvdayînê ya herema Pevolca, got çalakbûn u rawestandina çîyayên volkanî xwezayî ye.
Bernameya çavdêrîkirina Felaketa Kopernîkos ya Yekîtîya Ewrupa (YE) ragihand ku ji 19'ê Îlonê vir ve, lava reş hêdî hêdî ber bi deryayê ve diherike ku di encamê zêdetirî 500 xanî, dêr, mûzê û erdên muz hatine têk çûne.
Karbidestên Îspanî dibêjin ku li dora 178 mîlyon euro zarar pêk hatiye.
Hîn jî, nêzîkê 300 rûniştevanên herêmî li deverên beravî yên San Borondon, Marina Alta û Baja û her wiha La Condesa li malên xwe asê ne.
Hevdem, jiber têkilîya di navbera lav û behrê de dibe ku teqîn çêbibe û ewrên gaza klorê derkeve holê ku bo jîyana mirova gelek xeter e.