Ofîsa Mafên Mirov ya Neteweyên Yekbûyî (OHCHR) ragihand ku ji destpêka îsal ve, Îranê herî kêm 40 kes bi tawana "ewlekarîya neteweyî" sêdare kirine. Ji van kesan 18 kes beşdarên xwepêşandanan bûn.
Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan Volker Turk îro Duşemê got ku ew “dilêşî û xema gelê Îranê parve dike,” ji ber ku ev gel “di navbera şer û zodarîyeke pir giran de asê maye.”
Li gor raportên sazîyên mafên mirovan, Îran her sal ji hemû welatên cîhanê, ji bilî Çînê, bêhtir mirovan darve dike.
Turk got ku "mixabin rejîma Îranê zordarîya xwe bêtir kirîye." Li gor Turk, ev zext piştî du tiştan bêhtir bû: xwepêşandanên meha Çileyê, û piştî şerê ku di meha Sibatê de bi operasyonên Amerîka û Îsraîlê yên li dijî rejîma Îranê destpê kir.
Karbidestê NY herwiha got ku rejîmê bi hezaran kes girtine û azadîya gel û sazîyên sivîl bêtir kêm kirîye.
Sazîya Mafên Mirovan a NY ragihand ku ew bi peymana aştîyê ya navbera Amerîka û Îranê “pir kefxweş e.” Wê herwiha bang li hemû welatên herêmê kir ku aram bin.
Turk got ku ev peyman şerê li herêmê bidawî dike, Tengava Hormuzê vedike û rê dide ku herdu welat ji bo aştîyê biaxivin.
Wî got ku di vê dema girîng de, divê hemû alî aram bin û zû vê peymana aştîyê bicîh bînin.
Ev peyman hîn tenê planeke giştî ye, lê dîsa jî gava herî mezin e ji bo rawestandina vî şerî.
OHCHR xemgînîya xwe diyar kir li ser êrîşên Îsraîlê yên li ser mal û binesazîya Libnanê, û herwiha li ser êrîşên Hizbullahê yên li ser sînorê.