Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Joseph Votel: Em ji Minbicê Venakişin


Joseph Votel

Fermandarê Hêzên Navendî yên Amerîka Joseph Votel dîyar kir ku ewê hêzên xwe yên li nêzi Minbicê venekişînin.

Votel ji CNN’ê re da zanîn ku ew nafikirin ku leşkerên Amerîkî ji Minbicê vekişînin.

CNN’ê nûçe li ser malpera xwe weşand û dîyar kir Votel ew agahî dema li gera Rojhilata Navîn bûye daye.

Tirkîye dîyar dike ku ewê piştî Efrînê berê xwe bide Minbicê.

Li bakurê Sûrîyê bi qasî 2000 hezar leşkerên Amerîka hene. Amerîka piştgirîya Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) dike.

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengîya HSD’ê dike û Tirkîye wê wek baskeke Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) dihesibîne.

XS
SM
MD
LG