Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Votel: Me Ser Hevkarîya bi Rûsan re li Sûrîyê, Ti Biryar ji Pentagonê Wernegirtiye


Fermandarê hêzên Amerîkî li Rojhilata Navîn, General Joseph Votel dibêje ku wî ji derbarê hevkarîya ligel Rûsya ya li Sûrîyê, ti biryar ji Pentagonê wernegirtiye.

Votel bi rêka telekonferansê got ku heta niha biryareke berçiçav negiheştiye wan.

“Jibo rewş wek berê ye, lê jibo parastina hêzên me li Sûrîyê, peywendîya me bi Rûsya her didome.”

Piştî hilcivîna Serokê Amerîka Donald Trump ya bi Serokê Rûsî Wladimir Putin re hin raport li ser hevkarîya her du dewletan belav bûbû.

Hêzên Amerîkî vê gavê ligel Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) şerê dijî DAIŞê didomînin ku paşmayîyîên wê komê tune bikin, hêzên Rûsî jî piştgirîya hikûmeta Sûrî dikin.

Wezareta Berevanî ya Rûsî roja Sêşemê ragihandibû ku “ew amade ye peymana zêdekirina hevkarîya leşkerî li Sûrîyê ku Putin û Trump hevbîr bûne bi cîh bîne.”

General Votel bi bîr xist ku qanûna Amerîkî ya derheqa şermezarkirina dagirkirina Rûsya ya herêma Qirimê qedexe dike ku hevkarîyeke leşkerî bi artêşa Rûsî re hebe.

XS
SM
MD
LG