Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Joseph Votel: Li Ser Min bo Vekişîna ji Sûrîyê Ti Zext Çênebûye


Qumandarê Fermandarîya Navendî ya Leşkerîya Amerîkî (CENTCOM) General Joseph Votel dîyar kir ku bo vekişandina leşkerên Amerîkî yên li Sûrîyê li ser wî ti zext tune ye.

Votel ew gotin li Komîsyona Xizmetên Çekdarî yên Civata Nûneran kir.

‘’Karê me têkbirina Dewleta Îslamî (DAIŞ) ye. Erka me ya sereke ew e û jiber ku berevanîya hêzên xwe dikin, gava em vedikişin em dixwazin tam bawer bin ku em bo jîyana wan metirsîyê çênakin’’ Votel got.

Serokê Amerîka Donald Trump di meha Berfanbarê de dabû zanîn ku ewê hêzên Amerîkî ji Sûrîyê vekişîne.

Li dû biryara Trump, Wezîrê Berevanî Jim Mattis karvekişîna xwe ragihandibû.

Piştî bertekan, Trump dîyar kiribû ku leşkerên Amerîkî dê ji Sûrîyê hema venekişin û hin karbidestan jî dabû zanîn ku ewê 400 leşkerên Amerîkî li Sûrîyê bimînin.

XS
SM
MD
LG