Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Herêmên Dagirkirî yên Ukrayna Dengdana bi Rêxistina Rûsyayê Destpê Dike

Li herêmên dagirkirî yên Ukraynayê dengdana bi rêxistina Rûsyayê dest pê kir, di referanduman de ji dengderan tê pirsîn ka ew dixwazin herêmên wan bibin beşek ji Rûsyayê.

Dengdanê îro Înê li Luhansk û Khersonê û herêmên Zaporîşayê û Donetskê beşên di bin kontrola Rûsyayê de dest pê kir.

Dengdana ku ji aliyê Rûsyayê ve weke rêyeke ji bo rewakirina ketina van herêman tê dîtin, ji aliyê Rojava ve bi awayekî berfireh hat şermezarkirin.

Rêxistina Ewlekarî û Hevkariyê ya Ewrupayê got ku referandum ne qanûnî ye.

Rêxistina Ewlekarî û Hevkariyê ya Ewrupayê di daxuyaniyekê de got, "Her hilbijartin an jî referandumek li ser axa Ukraynayê tenê dikare ji alîyê rayedarên rewa ve li gorî qanûnên netewî û standardên navnetewî bê ragihandin û meşandin. Ji ber vê yekê 'referanduma' plankirî ne qanûnî ye."

Dengdana roja Înê piştî daxuyaniya Serokê Rûsyayê Vladimir Putin hat ku ew dixwaze 300,000 leşkerên din amade bike ji bo "operasyona xwe ya leşkerî ya taybet" li Ukraynayê.

Piştî destkeftiyên Ukraynayê di êrîşeke dijber ya li bakurê rojhilatê Ukraynayê de, Putin di gotareke televizyonî ya vê hefteyê de got seferberkirina leşkeran, ji bo parastina welatî û serweriya Rûsyayê pêwîst e.

Putin got ku Rojava hewl dide Rûsyayê lewaz û wêran bike û welatê wî dê "hemû derfetên di destê me de ji bo parastina Rûsyayê û gelê me bi kar bîne."

Xwepêşandanên kolanan yên li dijî seferberiyê li Moskow û bajarên din yên Rûsyayê derketin û polîsan 1300 xwepêşander girtin.

Wezareta Berevaniyê ya Brîtanya îro Înê di raporta xwe ya îstixbaratê de got: “Di sê rojên dawîyê de, hêzên Ukraynayê pirên li perava rojhilatê çemê Oskilê li herêma Xarkiv Oblastê girtine.

Li başûr, li herêma Donetsk Oblast, şer berdewam e dema ku hêzên Ukraynayî êrîşî bajarokê Lyman kirin, li rojhilatê Çemê Siverskyy Donets, ku Rûsyayê di Gulanê de girtibû. Rewşa qada şerî hêşta aloz e, lê Ukrayna niha givaştinê dike ku axa ku Rûsya ji bo armancên xwe yên şer girîng dibîne.”

This item is part of
XS
SM
MD
LG