Breaking News

Voyager 1 a NASAyê Rêkorda Dûrahîya ji Erdê Dişkêne û Dibe Yekemîn

Voyager 1
Voyager 1

Keştiya fezayê ya NASA, Voyager 1, dibe yekemîn tiştê çêkirî yê mirovahiyê ku digihîje dûrahiya yek roja ronahiyê ji vê gerdûna ku em li ser dijîn, ango nêzî 26 milyar kîlometre.

Voyager 1, wesayîta NASA'yê ku 49 salên berê ango sala 1977ê firandibû fezayê, dibe yekem objeya mirovahîyê ku digihîje dûrahîya 1 roja ronahîyê.

Sînyalên Voyager 1 di 24 saetan de digihîjin dinyayê û tê çaverêkirin ku dûrahîya herî zêde roja Çarşemê çêbibe.

NASA bo pîrozkirina vê serketina mezin bang li herkesî dike ku roja Sêşemê bi şev bi fener û ronahîyên telefonan li ezmên, bi alfabeya Morsê, V-G-R binivîsin ku ew koda banga wesayîtê ye.

Wesayîta ji 2012'an vir e li fezaya navstêrk ye, sala 1990'î ew wêneyê navdar yê bi navê ''Xala Şîn ya Çilmisî'' girtibû. Tevî hin kêşeyan jî Voyager 1 şandina datayan didomîne.

XS
SM
MD
LG