Oleksiy Arestovych, şêwirmendê serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskiyy îro Pêncşemê piştrast kir ku hêzên Rûsî kontrola santrala elektrîkê ya Vuhlehirsk ya li herêma Donetsk bi dest xistiye.
Lê, Arestovych got ku ev pêşketin jibo Rûsan desketineke piçûk ya taktîkî ye.
Arestovych herwiha ragihand ku veguhestina hêzên Rûsî ji rojhilat ber bi heremên Melitopol, Zaporizhzhia û Kherson yên Bakur nîşan dide ku Rûsya di stratejîya xwe ya leşkerî de, ji êrîşê ber bi berevanîyê, guhertineke eşkere pêk tine.
Hêjayî balkişandinê ye ku kargeha elektrîkê ya Vuhlehirsk ya li herêma Donetsk santrala duyê ya herî mezin ya Ukrayna ye.