Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wîlayetên ku Dibe Biryarder Bin di Hilbijartinên 2020ê da


Hilbijartinên Serokatiya Amerîka 2020
Hilbijartinên Serokatiya Amerîka 2020

Bi nêzîk bûna 3ê Mijdarê, roja hilbijartinên serokatiya Amerîka, serokê Amerîka Donald Trump yê Komarî û berjiarê Demokratan Joe Biden kampeynên xwe li "Qadên Hevrikiyê" yan jî li wîlayetên "Yekalîker" xort dikin.

Ew wîlayet(Eyalet) di hilbijartinên serokatiya Amerîka da gelek di giring in, ku serkeftina serok li ser encamên dengdana giştî nayê biryar dan.

Li ciyê wê, her wîlayetekê hejmarek diyar kirî ya dengên hilbjêr hene, ku dê dengî dene yek ji berbijêran, ew jî li ser wê dimîne kanê kîjan berbijar dengên zêdetir li ser astê wîlayetê bidest xistine.

Li hemû wîlayetên Amerîka ji derveyî Maine û Nebraska ew kandîdê zêdetirîn dengên xelkî li ser astê wîlayetê bides bixe hemû dengên nûnerên wê wîleyetê dê bidest bixe.

Ev sistema dengdanê ya nûneran "Yê serkeftî dê hemî dengan bibe", we dike ku her kandîdek kampeyna xwe ya hilbijartinan li wan wîlayetan xort bike ku dê serkeftina wan nêzktir bikin bo gehiştina Qesra Spî.

Ew wîlayetên ku dengên wan gelek di nêzîkî hev in, dikare her carê dengê wan di berjewendiya partiyekê da be (ew wîlayet in ku her tim dengdana wan bo partiyek diyarkirî nîne, li gor sala hilbijartinê tên guhertin, dikare car deng bo partiya komarî bide û car jî heye dengî bo partiya Demokrat dide).

Weke wîlayeta Pennsylvania, ku berê kandîdan zêdetir li ser e, eger hevber bikî li gel wîlayetên din yên weke California, ku piraniya caran dengî bo partek diyarkirî didin.

Eyaletên Biryarder di Hilbijartinên 2020ê da

6 Wîlayetên Yeklaker 2020
6 Wîlayetên Yeklaker 2020

Ji hemû wîlayetên Amerîka 12 wîlayet hene ku hertim dengê xwe nedaye partiyek diyar kirî, hevirkî li wan wîlayetan gelek dijwar e.

Ji wan wîlayetan 6 weke xelatê bilind yê hilbijartinên 2020ê tên hejmartin, jiber ku hejmara nûnerên wan zêdetir in, ew jî wîlayetên: Arizona, Florida, Michigan, North Carolina, Pennsylvania û Wisconsin.

Trump di sala 2016ê da li her 6 wîlayetan bi rêjeyek gelek kêm serkeftin bidest xistbû, ku li hin wîlayetan kêmtir ji 1% bû, lê rapirsiyên niha dibîjin Biden li hemû wan wîlayetan bi xalên kêm li pêşe.

Dengên wîlayetên Biryarder gelek di Nêzîkî Hev in

Hilbijartinên Amerîka 2020
Hilbijartinên Amerîka 2020

Serkeftina Donald Trump di sala 2016ê da li her 6 wîlayetan bi heman şêweyê serkeftinê bû li temamiya welat, zêdebûna dengên Demokratan li navenda bajaran hevber bûn li gel dengên Komariyan li herêmên derveyî navendên bajaran, li gundan û herwiha di nava spiyên ku xwendina zanîngehan nexwandî ye.

Hin îşaret hene ku dibe Biden di 2020ê bikre demografiya dengdanê li wan herêman biguherîne, lê kampeynên Biden hişyarî daye hezkiryên xwe ku pişta xwe bi wan gerim nekin.

Jen O'Malley Dillon Seroka Kampeynên Joe Biden Şemiyê di daxuyaniyekê da bo aligiran dinivîse "Ya rastî ev hevirkî gelek ji wê nêzîktire yên ku hin pispor di twîter û TV yan da di weşînin. Herwiha dibêje "li wan wîlayetên ku qada hevrikiyê ne û biryarderên encamên van hilbijartinan e, li gel Donald Trump wek yekin."

Ew wîlayetên ku kampeyna herdu berbijêran dibîne ku giring in bo serkeftina hilbijartinên serokatiyê yên 2020ê.

Wisconsin

Wisconsin
Wisconsin

Wisconsin ciyê wan rûniştvanên spî pêstin ku li derveyî bajaran dijîn, texa karker in û beşek zor in ji kesên piştevaniya Trump dikin, ku bi cûdahiyek gelek kêm di sala 206ê da li wir serkeft.

Wisconsin, ji wan wîlayetane yên ku bandora vîrusa korona li ser heye. Herwiha bûye ciyê gotûbêjên niştîmanî yên derbarê dadweriya nijadî, piştî ku li meha Tebaxa borî di dema alozî û xwepêşandanên seranserî welat da, li bajarê Kenosha yê Wisconsin polîsan gule berdabûn Jacob Blake yê reş pêst û ew kuştbû.

Trump û Biden herdu, bi peymanên jihev cûda serdana Kenosha kirbûn. Biden bal kişand bû ser şerê li dij nijdperistiya sîstematîk, di heman demê da serokî piştevaniya xwe jibo yasayê û fermanan duqat zêde kir.

Michigan

Hilbijartin2020
Hilbijartin2020

Michigan, wîlayeta pîşesaziyê ye, ji sedema vîrusa korona ziyanek mezin pêketîye. Ji hemû welat zêdetir li wêderê ziyan gihaye karker û karsazan û serokî aligirên xwe han dane ku jiber daxistinê rexneya parêzgar Gretchen Whitmer bikin ku Demokrat e.

Kampeyna Trump wan rûniştvanên Michigan dike armanc yên ku dibînin ajênda parastina jîngehê ya Demokratan bûye sedem ku ziyan gihye karkerên jiyana wan li ser sektora pişesaziyek bihêz.

Û Biden bi namekê bervaniyê dike û dibêje Trump "Planek nîne ku bikare kontrola vîrusê bike û stratejîyek wî jî tuneye, ku aboriyê ji lawaziyê derbîne."

Biden soz daye ku weberhênanê di karmendî û jêrxaniya giring di wê wîlayetê da pêk bîne.

Pennsylvania

Hilbijartin2020
Hilbijartin2020

Biden, li bajarê Scranton yê Pennsylvania hatiye dinê, li wêderê girngî daye raboriyê malbata xwe ku weke malbatek karker da ku bişêtin, dengê wan spî pêstan bidest bixe yên ku zanîngeh xelas nekirine, ku piraniya dengên wan sala 2016ê bo Trump çûbûn. Ev jî yekem car bû piştî sala 1988ê dengê wîlayetê bigihe kandîdê komariyan.

Weha tê dîtin ku Pennsylvania di 2020ê da jibo Trump gelek giring be, Robert Griffin, Rêveberê Lêkolînan yê Grûpa dengderên Demokrat dibêje, ew wîlayet dibe hejmara 270 ya dengên delegyan bide Biden û dibêje "Dibe ku weha jî giring nebe eger bi alek cûda da çû, dibe ku Joe Biden li ciyên weke Florida û Arizona bikeve pêş."

Florida

Hilbijartin2020
Hilbijartin2020

Li Florida Biden bi rêjeyek hindik li pêşe, ku mezintrîn warê herî zêde yê xelkê danemran e(Pîr û kala) ne, li Amerîka, tevî peyaman ku rêveberiya Trump serederiyak baş li gel pandemiya koronayê nekirîye, ku bûye sedema mirina hejmarek zêde ya danemran, texa ku tirsa herî zêde ya vîrusa korona li ser wan heye.

Bi dirêjahiya kampeyna xwe Trump girigiyek mezin daye Florida, her carê ku serdana havîngeha xwe ya Mar-a-Lago dike, qeyda dengderên nû li wêderê zêde dike weke beşek ji kampeynê jibo ku wê texa karker ya spî pêstan teşwîq bike bo beşdarî dengdanê bibin, ku berê dengê xwe nedane.

Lêkolerê Komarî Whit Ayres ji Saziya North Star ya Raman û Lêkolînan dibêje "Eger Joe Biden Florida bibe, dê gelek bo Donald Trump zehmet be ku 270 dengên Hilbijêran kom bike ku hejmara pêwîste ya serkeftinê."

Heriwha ew dibêje, lê eger Trump Florida bibe jî, Biden hin rêyên din hene, lê ew rê gelek zirav in heta ku bikare dengên 270 nûneran bidest bixe.

North Carolina

North Carolina
North Carolina

Ji bilî serkeftina Barack Obama 2008ê, ji 10 hilbijatinan li North Carolina Komariyan 9 caran serkeftin bidest xistîye. Şirovekar vê yekê weke guherînekê di dmografîya beşa başûr ya welat da dibînin, ku têda hejmara rûniştvanên pir rengî, dibe di berjewendiya Demokratan da be.

Chris Cooper, profesorê zanistên siyasî li zanîngeha Western Carolina dibêje "Zehmete serok Trump bê dengên North Carloina bigihe Qesra Spî."

Cooper herwiha dibêje, başûr zêdetirî 10 salane bingeha bihêz ya Komraiyan bû, eger Trump North Carolina ji dest bide, demek egerê ji destdana Florida jî zêdetir dibe.

Arizona

Arizona
Arizona

Wîlayeta Arizona, ji sala 1952ê her tim di berjewendiya Komariyan da deng daye, ji bilî hilbijartinên 1996ê dema Bill Clinton biser ketî.

Niha ew wîlayet ber bi Biden ve diçe, li ser bingeha ku dengê Demokratan di nava dengderên ku li ciyên derveyî navendên bajaran dijîn zêde dibin. Pir rengiya dengên wîlayetê bi taybet geşedana dengderên Îspanî, bandora xwe heye.

Dengderên Latîno sala 2016 bi zehmet dibûn 1/5 ya dengên Arizona, Clinton karî bi sanahî dengên Latînoyên wê derê bidest bixe.

Yên danemr dê rolek mezin hebe di dengdana 2020ê da. Çendîn civatên xanenişîn li wîlayetê hene û dengderên wê hinekê ji yên wîlayetên din danemirtirin.

XS
SM
MD
LG