Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wênegir Abdîn 30 Salên Dîroka Efrînê di Arşîva Xwe de Diparêz E


Wênegir Abdîn Amed li Efrînê
Wênegir Abdîn Amed li Efrînê

Wênegir û Kamîravanê Efrînî Abdîn Ahmed yê ji gundê Hemşelekê xwedî arşîveke pir mezin e, wî di arşîva xwe de bi deh hezaran dîmenên xweza û jîyana gelê Efrînê tomar kirine.

Wî qet nedizanîbû rojek dê were ku tiştên bi zooma kamîraya xwe kişandine dê bibin bîra zindî yê Çiyayê Kurmênc.

Abdîn ku 30 sal in karê kamîravantîyê di studyoya xwe de dike derbarê kar û xebata xwe ya arşîvkirinê axivî: “Hemû alîyên di jîyan Efrînê de kêlî bi kêlî min kişandine, ji xwezayê de bigre ta her tiştê girêdayî çanda Efrînê weke govend, floklor, dawetên ser bêderan, herwiha şevbêrk, cejn û Newrozê”.

Abdîn got ku li mala wî li Efrînê odeyeke taybet jibo parastina arşîvê hebû, lê dema êrîşa Tirkîyê hate ser Efrînê tirs kete dilê wî ku ev arşîv tarûmar bibe, loma di jêrzemînekê de li gundê veşart.

“Berî gund were dagîr kirin, me arşîv carek veguhest bajarê Efrînê, lê dîsa gava şer gihişte bajêr, em neçar man bi karwaneke mertalên zindî re ku ji Cizîrê jibo piştgirîya Efrînê hatibûn bişînin wê derê”, wî eşkere kir.

Abdîn dîyar kir ku çawa ew xema malbata xwe de dixwe, wî xema arşîv jî hilgirtiye, çawa biparêze û ji hindabûnê rizgar bike, loma ew niha mijûlî barkirin û veguhestina arşîvê jibo havîzeyên dîjîtal e.

“Dijmin bixwaze gelekê qirbike dest davêje çanda wî, loma di arşîva min de çanda heye, ku bi qasî 1000 kasetên vîdyo yên tomarkirî hene, anku pirtir ji 20 tira bayt in, tê de çanda Efrînê hatiye parastin”, Abdîn got.

Kamîravanê Efrînî piştî koçberkirina ji Efrînê, niha li Şehba derbider e, ku hîn meraqa wî bi ser dîmengirtinê de heye.

Derbara jîyan û karê xwe li Şehba wî got: “Weke li Efrînê li Şehba jî ez dîmenan digrim, her hûrgilîya vê derê ez dikim arşîv, ji malên kavil de ta jîyana penaberên Efrînê li kampan, her tiştekî bi kamîraya xwe tomar dikim”.

Bi destdanîna Tirkîyê li Efrînê gelê herêmê ku neçarî koçberîyê bû, ne tenê ax, mal û mulkê xwe li şûn xwe hiştin, lê belê bîranîn jî li hinda kirin.

Abdîn Ahmed, bi nasnav Abdîn Dicle ku li ser navê studyoya berî 30 salî vekiriye tê naskirin, beşeke mezin ji bîra Efrînê parastiye.

Raporta Newroz Reşo 26 09 2019 Efrîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:47 0:00


XS
SM
MD
LG