Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jina Kurd Dixwaze Kincên Folklorîk ya Efrînê Li Penabertîyê, Kincên Floklorî jibo Newrozê Didirû


Wîdat Seydo jineke Efrînî ye, ji çûkanîya xwe de fêrî dirûtina kincan bûye. Wê li Efrînê karê terzîtî dikir û kincên floklorî yên herêma Çîyayê Kurmênc didirûtin.

Piştî dagîrkerîya Tirkîyê ya ser Efrînê, Seydo tev malbat û zarokên xwe neçar ma ku ware xwe biterkîne û here Şehba. Ew niha li wê derê karê xwe didomîne.

“Min li Şehba jinûve alavên karê xwe kom kirin û dîsa dirûtina cilûbergên Efrînî dikim. Armanca min ne tenê debara jîyana xwe ye, lê parastina çanda Kurdî ya Efrînê ye jî”.

Terzîya Efrînî dibêje ku ew bi karê xwe çanda Kurdî ya Çîyayê Kurmênc diparêze û dixwaze gel di Newroz û cejnên din de cilûberên floklorî li xwe ke.

“Ez kincên folklorî gî didirûm. Wek şelwer, fîstan, hingulik û her terzê ku were xwestin. Ev hefteyek e ku ew amadakarîya Newrozê dikin, cilûbergên Kurdî dididûrin. Em bê hêvî ne ku bi şahî Newroz derbaz bib û bibe destpêka vegera Efrînê.”

Hêjayî gotinê ye ku penaberên Efrînê îsal jî weke sala par Newrozê dûr herêma xwe derbaz dikin, lê dîsa jî hewil didin ku bi terzê xwe yê taybet cejina xwe bixemlînin.

NR_03_21_2019_Koncên_Efrînî
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:08 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG