Komeka çavdêrîya leşkeran îro Înê ragihand ku bi hezaran çekdarên Wagnerê derbazî Belarûsê bûne.
Balaruskî Hajun, ku leşkerên li Belarûsê dişopînê, dîyar kir ku bi qasî 3500 leşker derbazî kampeka nêzî Asipovichy bûne ku 230 kîlometre nêzî sînorê Ukrayna ye.
Wagnerê meha borî li Rûsya serî rakiribû û Serokomarê Belarûsê, Aleksander Lukashenko di navbera wê û Moskowê de navbeynkarîyê kiribû.
Lukashenko qebûl kiribû ku çekdarên Wagnerê derbazî Belarûsê bibin.
Li gor Belaruski Hajune bi qasî 700 maşîne û alavên avakirinê bi karwanên Wagnerê derbazî Belarûsê bûne.
Rêvebirên Wagnerê hefteya borî li Belarûsê kompanîya Concord Management û Consoltin dabûn tomar kirin.
Medyaya serbixwe ya Belarûsê dide zanîn ku ew kompanî û û kampa Wagner li heman cîhî ne.
Jêder: AFP