Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kîev Dibêje Bi Sedan Çekdarên Koma Wagnerê Vegerîne Ukrayna


Artêşa Ukraynî ragihand ku bi sedan endamên Koma Wagner ya Rûsî jibo şer bikin vegerîne rojhilata welêt, lê wan hîn bandor li qada şer nekiriye.

Berdevkê Fermandarîya Rojhilat ya Ukrayna Serhy Cherevatyi dîyar kir ku li gor agahîyên wan bi sedan çekdarên Koma Wagnerê vegerîne qada şer.

Cherevatyi got ku çekarên Koma Wagnerê ne di yekînekê de ne û belav bûne û .

Wî dîyar kir ku êdî hêza Koma Wagner ne sîstematîk e û ewê dawîya wan ne baş be.

Çekdarên Wagnerê roleke girîng lihîstibûn ku hêzên Rûsî di meha Gulanê de Bakhmut ya li rojhilat bigire bin kontrola xwe.

Ew çekdar piştî serîrakirina demkin ya meha Hezîranê ji Ukrayna derketibûn.

Rêberê Koma Wagnerê Yevgeny Prigozhin meha borî bi ketina firokekê canê xwe ji dest da û û Kremlîn hewil dide ku kontrola ser Wagnerê berfireh bike.

Nivîskarên Rûsî yên blogan jî dîyar dikin ku hin çekdarên Koma Wagnerê vegerîne Ukrayna.

XS
SM
MD
LG