Lîtvanya îro Sêşemê koma Wagner ya Rûsya jiber kiryarên wê yên li Ukrayna wekî rêxistineke terorîst bi nav kir.
Parlamana Lîtvanya bernivîsa ku dîyar dike ku Wagner rêxistineke terorê ye qebûl kir û bang li welatên din jî kir ku heman tiştî bikin.
Ukrayna jiber biryara Lîtvanya ji Twitterê spasîya wê kir.
Serokê Ofîsa Serokomarîya Ukrayna Andriy Yermak bo Seimas, ku navê parlamana Lîtvanya ye, spasî nivîsî.
Wager, ya ku tê îdia kirin li Bakhmut ya li rojhilata Ukrayna bo Rûsya pêşengîyê dike, di demên dawî de deng daye.
Wezareta Berevanî ya Brîtanya dibêje beşeke mezin ya Bakhmutê di bin kontrola koma Wagner de ye.
Jêder: AFP