Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

El-Mualim Dibêje Destûra Sûriyê Mijareke Serwerî ye


Wezîrê derve yê Sûriyê dibêje destûra welatê wî mijareke serwerî ye ku dê tenê xelkê Sûriyê, bê destêwerdaneke ji derve, biryara wê bide .

Wezîr Welîd el-Mualim di dema kombûna xwe ya li gel şandiyê Neteweyên Yekgirtî Geir Pederson de ev axaftin kirin.

Pederson ê ku posta xwe di meha Çelle de wergirt, ji bo kombûna li gel berpirsên Sûriyê îro Yekşemê bo serdanekê gihişte Dîmeşqa paytext .

Pederson dibêje avakirina komîtekê ji bo nivîsandina destûreke nû ji Sûriyê re ew dergehekî li ser proseya siyasî ya Sûriyê vedike.

Daxwaz ewe ku 150 endamên komîta destûrê niwêneratiya hikûmet, opozisyon û civaka sivîl bikin.

XS
SM
MD
LG