Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Tekezîyê li ser Bêçekkirina Gazayê Dike

Balyozê Amerîka li NY Mike Waltz.
Balyozê Amerîka li NY Mike Waltz.

Amerîka tekezîyê dike ku ji bo qonaxa dahatû ya plana aştîyê li Kerta Gazayê biserkeve, pêdivî bi çekdanîn û bêçekkirinê heye.

Balyozê Amerîka li Neteweyên Yekbûyî (NY) Mike Waltz roja Çarşemê di civîna Civata Ewlekarîyê ya NY de got ku Amerîka dê givaştinê li ser koma terorîst a Hemasê bike da ku soza çekdanînê ya di bin plana aştîyê de bi cih bîne.

Waltz herwiha bal kişand ser alîyekî din yê qonaxa duyemîn ya hewldanên aştîyê, danasîna plankirî ya Hêza Seqamgîrîyê ya Navnetewî û vekişîna hêzên Îsraîlê ji Gaza piştî du salan ji şerê bi Hemasê re.

Diplomatê Amerîkayî got ku alîkarîya ji bo Gaza dema ku ew ber bi qonaxa jinûve avakirinê ve diçe "divê nebe spartin."

Wî behsa pêwîstîya vegerandina xizmetên bingehîn li Gezayê û jinûve avakirina aborîya wê kir.

Ramiz Alakbarov, cîgirê kordînatorê taybet yê NY ji bo Pêvajoya Aştîyê li Rojhilata Navîn, di civînê de got ku li Gaza"derfeteke rastîn ji bo siberojek baştir" heye, her çende "hîn gelek nezelalî hene."

Wî pesna encamên plana aştîyê ya heta niha da, ku rawestandina şer û zêdekirina alîkarîya mirovî di nava xwe de dihewîne .

Lê Alakbarov derbarê rewşa mirovî ya xirab piştî çend salan ji şer hişdarî da.

Wî got, danîna tedbîrên ewlekarîyê yên bi bandor û bêçekkirin li Gaza ji bo serkeftina qonaxa dahatû ya hewldana aştîyê girîng in.

Rêkeftina aştîyê di Cotmeha 2025'an de karîger bû, du salan piştî ku Hemasê di 7ê Cotmeha 2023îan de êrîşî başûrê Îsraîlê kir.

XS
SM
MD
LG