Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Wanê Berdestkên Dixtoran di Bin Mercên Giran de Dixebitin


Preskonferansa Odeya Dixtoran ya Wan û Colemêrgê

Odeya Doktoran ya Wan û Colemêrgê li ser pirsgirêk û daxwazên berdestkên doktoran (asîstan) preskoferansek li dar xistin.

Di daxuyanîyê de hat diyar kirin ku li nexweşxaneya Dursun Odabaşi ya zanîngeha Yuzuncu Yila Wanê (YYU), berdestkên doktoran jiber kêm bûna doktoran, di bin barek giran de ne û daxwaza çareserîyê hat kirin.

Serokê Odeya Doktoran yê Wanê û Colemêrgê Huseyîn Yavîç got ku peyvira nexweşxaneyên zanîngehan ew e ku berdestkên doktoran perwerde bike û derfetên zanistî û akademîk bi afirîne.

Serokê Odeya Doktoran yê Wan û Colemêrgê Huseyîn Yavîç
Serokê Odeya Doktoran yê Wan û Colemêrgê Huseyîn Yavîç

"Nexeşxaneya Dursun Odabaşi, xizmetê dide rûniştvanên bajarê Wanê û bajarê derdorê wê, jiber kêm bûna doktoran saxlemîya rûniştvanan jî di bin xeterê de ye. Herî zêde di beşa zanistîya ya nexweşîyên zarokan de doktor kêm in û pir caran berdestkên doktoran di nava neçarîyê de bi serê xwe nexweşan derman dikin. Herwiha hejmara berdestkên doktoran jî kêm in. Di vê beşê de niha 8 kes li şûna 30-40 kesa xebat dikin."

Yavîç bangawazî li Lijneya Xwendina Bilind (YOK) û YYU kir û anî ziman ku di vê nexweşxane li gor rêziknameya giştî tevbigere û kemahîya doktoran were çareser kirin.

Berdestkê Doktoran Adem Yagan bal dikişîne ser mercên giran yên kar û dibêje ku ew carnan 36 demjimeran xebat dikin.

“Bi nişkêve plansazîya demê xebata me tê guhartin û em carnan 36 seetan dixebitin. Mînak mirovak herî zêde 5 demjimêran dikare otomobîlê bajo, gelo doktorek dikare piştî 36 demjimêran damarekê bidirê. Me jî jînek heye, malbatek û zarok hene. Ew jî dixwazin bav û dayika xwe bibînin.”

Berdestkê Doktoran Adem Yagan
Berdestkê Doktoran Adem Yagan

Yagan herî dawî got ku ew naxwazin ne saxlemîya xwe, ne jî ya rûniştvanan bêxin xeterê û çareserîya van pirsgirêkan xwast.

Li gor daneyên Yekîtîya Doktorên Tirk (TTB) di dema pandemîyê de 400 xebatkarên saxlemîyê jiber tuşbûna vîrusa korona canê xwe ji dest dane. Herwiha Wezareta Saxlemîyê ya Tirkîyê daku xebatkarên saxlemîyê ji kar dest bernedin di 27'ê Cotmeha 2020'an de qedexeya kar vekişanê ragihandibû. Heya ku ev raport dihat amade kirin ji aliyê karbidestên dewletê û YYU’yê ve çî daxuyanî nehatibûn belav kirin.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:04:11 0:00

XS
SM
MD
LG