Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Otêlên Wanê bi Awakî Berçav Geştîyarên Îranî Vedihewîne


Wan
Wan

ji ber ku bajarê Wanê li ser sînorê Îranê ye, bi hezaran geştîyar ji wir têne Wanê. Her çiqas van demên dawî dewleta Îranê buhayê derketina derveyî welêt zêdekiribe jî, dîsa geştîyar di her firsendê de têne Wanê.

Van rojan geştîyar bi sedema Eyda Bîstidû Behmen ya 3 rojan hatine Wanê û otêl jî sedî 80 tije bûne.

Berpisyarê Otêl a Elît Word Wanê Seyvan Esen anî ziman ku ev du roje otela wan nezî ji sedî 70 tujebûye û wiha berdevam kir.

“Hatina geştîyarên ji Îranê li ser aborîya Wanê ji sedî 70 bandorek erênî dike. Berîya nihe geştîyar xweş dihatin bajarê me. Lê piştî Îranê pereyê derketina derva li welatîyên xwe zêde kir, miroven vê derê jî ketin rewşeke xerab.” Esen got:

Geştîyara Îranî Aysan Necarî ya ji paytext Tehranê hatîye Wanê, jiber zêdekirina bûhayê derketina derve ya Îranê bi gazince.

Necarî got:

“Pêşîya niha serê mirovekê 25 hezar Tumen bû. Niha ev jibo derketina yekan bûye, 220 hezar Tumen, bo ya duyan, 330 tumen û bo ya sisêyan jî bûye 440 Tumen. Ev jîbo hatin çûne dibe pirsgirêkek gelek mezin”

Hêşayî gotinê ye ku li Îranê 7’ê Sibatê roja têkbirina desthilata Şah Muhammet Pehlewî wekî “Eyda Bîstidû Behmen” tê pîroz kirin û 3 rojan betlane tê ragihandin.

Herwiha li gor daneyên ji Midûrîyeta Geştîyarî ya Wanê hatine girtin, di sala 2018’an de nêzî milyonek geştîyar ji Îranê hatine Wanê.

Esen hevîdarê ku jibo peşveçona aborîya gelê wanê astengiyen pêşiya geştiyare be rakirin

Raporta Arif Aslan
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:23 0:00

XS
SM
MD
LG