Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiyê 8 Sal û 3 Meh Zîndan Dide Rojnamevan Îdrîs Sayilgan


Rojnamevan Îdrîs Sayilganê ku ev du sal û nîv e girtîye, di rûniştina doza biryardayînê de 8 sal û 3 meh cezayê girtîgehê jê re hate birîn.

Nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ku bi Biryarnameya Bi Huqmê Kanûnê (KHK) hatibû girtin, Îdrîs Sayilgan, 2 sal û nîv berîya niha hatibû girtin.

Rûniştina doza Sayilgan di Dadgeha Cezayê Giran a Mûşê de hate dîtin.

Rojnamevan Sayilgan, parêzerên wî û gelek nûnerên rêxistinên rojnamevanan jî di rûniştina dozê de amade bûn.

Berîya ku Sayilgan dest bi parastina xwe bike, anî ziman ku di girtîgehê de rastî îşkence û lêgerîna tazî hatîye û derbarê karbidestên girtîgehê de gilî kir.

Sayilgan, di parastina xwe de hemû tewanbarî red kir û got ku ev tewanbarîyên di îdianameyê de hatine bilêv kirin, ne sûçe û tenê kar û barê rojnamevanîyê ye.

Sayilgan, di berdewamîyê de da zanîn ku telefona wî bi avayekî derhuqukî hatîye guhdarkirin û beraeta xwe xwest.

Parêzeran jî parastin kir û daxwaz kir ku muwekîlê wan serbest were berdan.

Piştî parastinan, heyeta dadgehê biryara xwe eşkere kir û hinceta “Endamê rêxistinêye” û “Propagandaya rêxistinê kirîye” 8 sal û 3 meh cezayê girtîgehê ji Sayilgan re birî.

Parêzerê Sayilgan, Veysel Ok piştî dozê biryara dadgehê ji Dengê Amerîkayê re nirxand:

“Li Tirkîyeyê rojnamevanê herî mexdûr Sayilgan e. Piştî du sal û nîv, ew nû derket pêşberî dadgehê. Ji wî re 8 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hate birîn. Tu tişt di dosyayê de tuneye, tenê nûçe û têkilîyên bi çavkanîyên nûçeyê re hene. Me li ser navê wî serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (AÎHM) dabû û em li bendêne ku jibo azadîya raman û kirinên rojnamevanîyê biryarekî baş bide.”

Hêjayî gotinê ye ku li gor daneyên Sendîqeya Rojnamevanan a Tirkîyeyê, niha di girtîgehên Tirkîyeyê de 138 rojnamevan girtîne.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:02:38 0:00


XS
SM
MD
LG