Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Wanê Polîsan 12 Kes Binçav Kirin


Li Wanê polîs derbasî gelek malan bûn, di nav de yên mamosteyên zimanê Kurdî û balavkarên rojnemaya Yenî Yaşamê, û12 kes binçav kirin .

Kesên hatine binçavkirin birin bingeha polîs a Artemitê û hat diyarkirin ku li ser dosya wan jî nependitî hatiye danîn.

Mamostyên hatî bincavkirin berî çend rojan ji bo rêveberiya Lêkolîna Çand û Huner a Ziman (DÎSA-DER) hatibûn hilbijartin û dest bi mamostatiya zimanê Kurdî kiribûn.

Revebirê DÎSA-DERê Salih Sertkal bertek dijî operasyonên binçavkirina mamosteyên zimanê Kurdî da.

Sertkal got:

“Revebirên ku hatine girtin her wiha mamosteyên zimanê Kurdî ne. Em sedema binçavkirina wan hej jî nizanin. Belê em dizanin ku îro 24 Mijdarê li Tirkiyê roja mamoste ye. Di rojek wiha de mamosteyên zimanê Kurdî bi zanebûn tên binçavkirin. DÎSA-DER sazîyek fermiye û bi derstûra Walî hatiye avakirin. Li dijî huquqê tiştek tune ye. Hevîya me ew e ku demekê nêz de bên berdan.”

Ji bo guhdarîkirina li raportê fayla deng veke

Raporta Arif Aslan
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:35 0:00

XS
SM
MD
LG