Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Desteser Kirina 20 Ciwanên Kurd li Bajarê Wan'ê


Dîmenên girtina 20 ciwanên Kurd li Wanê
Dîmenên girtina 20 ciwanên Kurd li Wanê

Li bajarê Wanê 20 ciwan di encama serdagirtina malan de hatin desteser kirin. Rêveberîya Ewlekarîyê ya Wanê derbarê mijarê de daxuyanîyek da û hate destnîşan kirin ku ev kese bi gumana “Endamên rêxistina ciwanan ya Partîya Karkerên Kurdistanê PKKê” hatine desteser kirin.

Parêzer Cuneyît Ergun
Parêzer Cuneyît Ergun


Kesên desteser kirî jibo lêpirsînê birin rêveberîya ewlekarîyê. Parêzer Cuneyît Ergun têkildarî rewşa kesên hatine desteser kirin de agahî dan û got ku destûr nehatîye dayîn ew biçin miwekîlên xwe bibînin.

"Em wekî parêzer sedema dester kirina miwekîlan nizanin. Jibo 24 saetan li ser dosyayê biryara veşarîyê hatîye dayîn. Jiber vê biryarê em nikarin delîlan bibînin. Loma ev jî tê wateya binpêkirina mafê darîzandina bidadî."

Raporta Arif Aslan - Wan 26 11 2019
please wait

No media source currently available

0:00 0:00:54 0:00


XS
SM
MD
LG