Li Colemêrgê xwepêşandanên dîjî danîna qayumê didomin. Xwepêşanderan rastî astengîya hêzên ewlekarîyê hatin. Polîsan ew bi sedema qedexeya Walîtîya Colemêrgê asteng kirin û di berdevamîya wê de pevçûn derketin û 2 ji wan rojnamevan kes birîndar bûn, hin kes jî hatin desteser kirin.