Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) li Wanê bi awayekî dîrokî tevahîya bajarvanîyan qezenc kirin.
DEM Partî li gor encamên ne fermî di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de 3 li navenda Wanê, li 13 bajarokan jî bi ser ket û li tevahîya Tirkîyê bû tekane partî ku hemî bajarvanîyên bajarekî bi dest xistine.
Hevseroka DEM Partî ya Wanê Gulşen Kurt got ku wan serketineke dîrokî nîşan daye.
Kurt got ku Wanê bi bersîva xurt raber kiriye ku ew dijî qayuman e.
Ji berbijarên DEM Partî yên jibo Bajarvanîya Wanê Abdullah Zeydan got ku ewê careke din nehêlin ku qayum dest deynin ser bajarvanîyên wan.
Zeydan dîyar kir ku gel li vîna xwe xwedî derketiye û rê li ber aştîya civakî vekiriye.
Zeydan ji Wanîyan re spas kir û got ku ew soz dide wan ku ewê xizmeteke baş bikin.
Li gor agahîyên Ajansa Anadolu, DEM Partî li Wanê 55,48 ji sedê dengan sitandiye û Partîya Dad û Pêşvbirinê (AKP) li 27,15 ji sedê dengan maye.