Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Wanê Girtina Hevseroka HDP’ê ya Wanê Tê Şermezarkirin


Girtina hevseroka HDPê li Wanê Yadîşen Karabulak û 5 kesan, liber derîye avahîya HDPê ya Bajarokê Îpekyolu ya Wanê di xwepêşandanên protestokirina qeyûman de hat şermezar kirin.

Parlamantera HDPê ya Mêrdînê Ayşe Surucu, di çalakîyê de got ku bi van girtinan desthilatî dixwaze pertekên li hemberî dîyar kirina qeyûman ji holê rake.

Wê got:

“Girtina van 6 kesen bi rastî nehiquqî ye û armanca van girtinan tasfîye kirina sîyaseta demokratîk e. Di vê pêvajoyê de dixwazin ku îradeya di encama van çalakîyan de derketîye holê bi girtinan tasfîye bikin. Lê ne partîya me, ne jî gelê me ti carê paşve gav ne avêtin. Em ji vir girtina hevseroka xwe Yadîşen Karabulak û 5 kesên pê re cardin şermezar dikin. Em bang li rayedara dikin ku hevalên me bi lez û bez berdin.”

Hejayî bibîrxistinêye ku Wezareta Karê Navxweyî ya Tirkîye di 19 Tebaxê de bajarvanên Wan, Amed û Merdînê ji kar dûrxisti bû û şûna wan qeyûm dîyar kiribû. Wek bajarên din li Wanê jî di roja 27an de xwepêşandan berdewam dikîn. Di vê pêvajoyê de heta niha bi saden kes hatin desteser kirin û girtin.

Ji bo guhdarîkirina li raportê fayla deng veke

Raporta Deng
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:45 0:00


XS
SM
MD
LG