Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xeteriya Tiryakê li Bajarê Wanê


Bajarê Wanê
Bajarê Wanê

Bajarê Wanê jiber ku li ser sînorê Îranê ye, piranî tiryak ji vir derbasî nava Tirkiyeyê dibe. Ligorî Rapora Tiryakê ya Ewropayê ku di sala 2018’an de hatîye weşandin, tinê li Tirkiyê di sala 2016’an de 46 hezar Ton tiryak hatîye girtin.

Li bajarê Wanê jî di nava sala 2018’an de zêdetirê 10 Ton tiryak di encama operasyonan de hatîye girtin. Tiryak ji Pakîstanê bi ser Îranê de derbasî Tirkîyeyê tê kirin û ji vir jî belavî hemû cîhanê dibe.

Heta çend sal berîya niha bajarê Wanê ji bo tiryakê wekî rêyek transît dihate dîtin. Lê êdî ev rewş guherîye û Wan bo tiryakê bûye bazarek nû.

Li gorî daneyên ji zanyaran hatine wergirtin, di nava salekê de 4 hezar û 200 kesên tiryakê bikartînin, serî li nexweşxaneyên Wanê dane. Temenê van kesan jî ji 12 salî heta 70 salîyê diguhere.

Wan
Wan

Serokê Komelaya Bila Rengê Jiyanê Ne Çilmise Civaknas Osman Turgut, rewşa Wanê nirxand û got ku mixabin di warê bikarîna tiryakê de lêkolîn baş nayên kirin û wiha axivi:

“Li gorî gotina doktoran rojê 300-350 kesên tiryakê bikartînin serî li wan didin. Herema me kar tuneye û gelek pirsgirêkên cuda tên jîyandin. Loma ciwan betal dimînin û dikevin rêyên xerab de. Pêwîste malbat jî ji bo rê li ber vê bigirin, bi zarokên xwe re eleqedar bin.”

Raporta Arif Aslan
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:22 0:00

XS
SM
MD
LG